Îlon 03, 2010
HEWLÊR - Li gorî nûçeya rojnameya Hawlatî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna bi serokên partiyên herêmê re çêkirî de gotiye ku, di vê dawiyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek ji wî re þandiye.
Rojnemeya Hawlatî ku hefteyê du caran li Herêma Federal ya Kurdistanê tê weþandin û navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye nûçeyek weþand û diyar kir ku, Barzanî gotiye Ocalan ji wî re nameyek þandiye. Rojname diyar kiriye ku Barzanî di civîna xwe ya bi serokên 12 partiyên herêmê re ev yek eþkere kiriye gotiye ku, ji bona pêngavên aþtiyane ‘Ocalan nameyek ji wî re þandiye.’
Civîna ku 30’ê Hezîranê pêk hatibû li nehiyeya Mesîf a Selahedîn ya girêdirayî Hewlêrê pêk hat. Ev civîn piþtî gera Barazanî ya derveyî welat û hatina Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Zafer Çaglayan, pêk hat. Rojname agahî li ser navê yek ji berþdarên civînê belav kir û da zanîn ku yêku agahî dayî nexwestiye navê xwe eþkere bike.
ANF NEWS AGENCY